Piştî ku dadgeha herêmî biryara tehliyekirina wî da, Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê, Abdullah Zeydan di saetên şevê de ji Girtîgeha Edîrneyê derketiye.
Parlamenterên HDPyê Alîcan Onlu û Remziye Tosûn, rêvebir û alîgirên HDPyê Zeydan li ber deriyê Girtîgeha Tîpa Tyê ya Edîrneyê pêşwazî kirine.
Bixwîne - Dadgehê biryara tehliyekirina parlamenterê berê, Abdullah Zeydanî daye
Zeydan li vir axiviye û ji bo piştgirî dane wî, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahatîn Demîrtaş, Navenda Giştî ya HDPyê û parlamenteran, spasiya hemû kesan kiriye:
“Em nûnerên gel ên hilbijartî bûn lê mixabin 5 salan em dîl girtin. Lewre tiştek nîne ku ji me re bibexşînin. Em jî mîna parlamenterên AKPyê, parlamenterên CHPyê heta bi rêjeyeke ji ya wan zêdetir gelê me em hilbijartibûn û bhubûn parlamenter. Mixabin di vê pêvajoyê de derbeyek li îradeya gel hate kirin û parlamenterên ku gel ew hilbijartine û hevserok hatin girtin. Ji bo Hevserokên me birêz Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di serî de, parlamentera me ya Colemêrgê Leyla Guven, Hevşaredara me ya Geverê Remziye Yaşar û hemû girtiyên siyasî yên ku hîna li girtîgehê tên girtin serbest bibin em ê têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk dewam bikin. Lewma em ê jiyaneke azad, bi rûmet ya di nava aştiyê, di nava aramiyê de tekez diyarî bikin ji bo gelên Tirkiyeyê.”
Çi bûbû?
5em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara tehliyekirina parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Abdullah Zeynadî daye.
Zeydan tevlî hevserokên giştî yên HDPyê û parlamenterên wê, di 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê de hatibû desteserkirin. Zeydan wê demê parlamenterê Colemêrgê bû.
Dadgehê bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” Abdullah Zeydan bi 8 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kiribû.
Parêzerên Zeydanî serî li Dadgeha Bilind dabû.
Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî nepejirandibû. Zeydan ji nû ve dihate dadgehkirin. (FD)
*Çavkanî û fotograf: MA