Dadgehê biryara tehliyekirina parlamenterê berê, Abdullah Zeydanî daye
Dadgehê biryara tehliyekirina parlamenterê berê yê HDPyê, Abdullah Zeynadî daye. Zeydan di 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê de hatibû desteserkirin.

Fotograf: MA
Dadgeha herêmî biryara tehliyekirina parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Abdullah Zeynadî daye.
Zeydan tevlî hevserokên giştî yên HDPyê û parlamenterên wê, di 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê de hatibû desteserkirin. Zeydan wê demê parlamenterê Colemêrgê bû.
Dadgehê bi tohmeta ku “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” Abdullah Zeydan bi 8 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê ceza kiribû.
Parêzerên Zeydanî serî li Dadgeha Bilind dabû.
Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî nepejirandibû. Zeydan ji nû ve dihate dadgehkirin.
Parêzer Mahsuni Karamanî diyar kiriye ku divê îşev Zeydan serbest bibe. (FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.