Parlamentera Partiya Demokrasî û Wekheviyê (HEDEP) a Şirnexê Newroz Uysalê serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê da û xwest derbarê qedexeya zimanê kurdî ya li girtîgehan de lêkolîn were kirin.
Her wiha Uysalê ji bo ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bibersivîne pirsname peşkeş kir.
Uysal got, “Daxwazên mafên herî bingehîn jî bi rengê xwe yê herî sivik dibin cezayên dîsîplîna îdarî. Qedexekirina axaftina bi kurdî, stran, pirtûk û kovarên kurdî yên li Girtîgeha Hejmara 1 a Sîncanê û Îsa Îpeklî yê ku li Girtîgeha Marmarayê bi tenê ji ber axaftina bi kurdî rastî gef û îşkenceyê hat, tenê du mînakên dawî ne ku ji van pêkanînan. Ji ber van sedeman me xwest gotin û pêkanînên cudakar ên li ser Kurdan û zimanê kurdî di girtîgehan de bi dawî bibin.
Pirsên ku Uysalê xwe bê bersivandin ev in:
1-Li girtîgehên girêdayî Wezareta Dadê axaftina bi kurdî qedexe ye an na?
2- Ji bo qedexeya axaftina bi kurdî û têkiliyên bi kurdî li girtîgen çi qeîde an rêgezên fermî hene?
3-Derbarê berpirsên muameleya xerab û êrîşa ku Îsa Îpeklî îddîa kir ku li wî hatiye kirin de çi lêpirsînek hat destpêkirin an na?
4- Ji wezîfedarên ku di 20ê Cotmeha 2023an de di bûyera miemeleya xirap û derpkirinê de cih girtine jê çend ji wezîfeyê hatin girtin?
5- Ji bo dawî li axaftinên cudaxwaz û qedexeyên li ser zimanê Kurdî yên li girtîgehan were, xebatek we hene?"
6- Di van 5 salên dawî de çend serlêdan hatin kirin ku welatiyên biyanî yên di girtîgehan de ji ber ku li nexweşxane, edliye û girtîgehan bi zimanê xwe yê zikmakî diaxivin rastî muameleya xerab û şîdetê hatine ?
7- Çi mekanîzmayên ji bo şopandina helwest û reftarên personelên girtîgehê û cendirmeyan û nirxandina pabendbûna wan bi mafên mirovan re hene?(EMK/AY)