Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) ya Sêrtê bi biryara serdozgeriya Dadgeha Êlihê, di 12ê Kanûna Paşiyê de li Enqereyê desteser kiribû.
Dadgeha Êlihê duhî biryara serbest-berdana bi şertê kontrola edlî ji bo Koncayê da.
Serdozgerê Dadgeha Êlihê îtiraza serbest-berdana Koncayê kir.
Koncaya ku ji bo li dadkirina Çaglar Demîrelê temaşe bike çûbû Dadgeha Amedê li wê derê dîsa hat desteserkirin.
Dadgeha Êlihê Besîme Koncaya li Dadgeha Amedê bi Sîstema bi Deng û Dîmenan(SEGBIS) dad kir û biryara girtina wê da.
Dadgeha Amedê jî biryara girtina Çaglar Demîrela cihgira berdevkê HDPyê da. Hejmara parlamenterên HDPyê yên girtî bû 12.
Besîme Konca kî ye?
Besîme Konca di sala 1970yê de li Mereşê hatiye dinê. Ji sala 1993yê heta sala 2004ê, 11 salan di girtîgehê de maye.
Di sala 2014ê de, bi doza KCKyê dîsa hat girtin.
Demekê li Komeleya Kongreya Jinên Azad xebitî. di hilbijartina 2015ê de ji HDPyê wek parlamentera Sêrtê hat hilbijartin.
10 parlamenterên HDPyê gitî ne
Herdu hevserokên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag parlamenterên Şirnexê Ferhat Encû û Leyla Bîrlîk, parlamenterên Colemêrgê Selma Irmak û Abdullah Zeydan, parlamenterên Amedê Zîya Pîr, Idrîs Balûken, Nûrsel Aydogan û Îmam Taşçier, parlamenterê Enqereyê Sirri Sûreyya Onder û parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim di 4ê Çiriya Paşiyê de hatibûn desteserkirin.
Fîgen Yûksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Idrîs Balûken, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim, Abdullah Zeydan û Ferhat Encû di heman rojê de hatibû girtin.
Biryara desteserkirina 8 parlamenteran hatibû dayin
Dadgeha Amedê biryar daye 8 parlamenterên Partiya Herêman a Demokratîk(HDP) bi zore bibin dadgehê, yek ji wan parlamenteran girtî ye û du ji wan desteserkirî ne.
Di 10ê Çiriya Paşiyê de dadgehan biryar dabûn parlamenteran ji ber doza KCKyê bi zorê nedine anîn.
Dadgehê biryara xwe guhert.
Yek ji wan heşt parlamenteran Selma Irmak e ku ew di girtîgehê de ye.
Du ji wan parlamenteran Çaglar Demîrel û Besîme konca ne ku ew hatine desteserkirin.
Parlamenterên dî yên biryara girtina wan hatiye dayin ev in: Osman Baydemîr, Dirayet Taşdemir, Ahmet Yıldırım, Alican Önlü û Nadir Yıldırım.(NV/MB)