Parlamentera HDPyê Besîme Konca hat berdan
Parlamentera HDPyê ya Sêrtê Besîme Konca îro bi şertê kontrola edlî hat berdan ku di meha Rêbendanê de hatibû girtin û li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê bû.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlamentera HDPyê ya Sêrtê Besîme Konca ku di Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê de bû îro bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Konca di 13ê Rêbendana 2016an de hatibû girtin û di 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran de bi sûcên “endamtiya rêxistinê” (TMK 5/1) û “propagandeya rêxistinê” (TMK 7/2) tê darizandin.
Di vê rewşê de niha 10 parlamenterên HDPê di girtîgehê de ne.
Derbarê Besîme Konca de
Besîme Konca di sala 1970yê de li Mereşê hatiye dinê. Ji sala 1993yê heta sala 2004ê, 11 salan di girtîgehê de maye.
Di sala 2014ê de, bi doza KCKyê dîsa hat girtin.
Demekê li Komeleya Kongreya Jinên Azad xebitî. di hilbijartina 2015ê de ji HDPyê wek parlamentera Sêrtê hat hilbijartin. (ÇT/FD)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.