Parêzerê kevn ê Erdoganî dîsa bi dehan nûçe asteng kirine

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerê berê yê Hevserokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî, Mûstafa Dogan Înalî 48 nûçe asteng kirine. Înalî di 29ê Tîrmehê de daxwaz kiribû û 130 nûçe asteng kiribû.
Înalî serî li Dadweriya Aştî û Cezayan a 9ê ya Stenbolê daye û xwestiye ku nûçe û weşan bên astengkirin.
Dadweriyê jî diyar kiriye ku lînkên Înalî daxwaza rakirina wan kiriye “di dosyayên lêpirsînê de hene, yên din îdia ne û mafên şexsî bipê dikin.” Dadweriyê bi vê biryarê 48 nûçe û weşan asteng kirine.
Nûçeya astengkirina nûçeya bianetê jî hatiye astengkirin
Nûçeyên ku Înalî xwestiye bên astengkirin piranî derbarê Waliyê Dîlokê Davût Gulî, wekîlê şaredar Osman Toprak û nûçeyên ku îdia dikirin serokê mafyayê Yilmaz Ozturkmenî rêya wan biriye de ne.
Ligel wê, nûçeya ku bianetê bi ser navê “Parêzerê kevn ê Erdoganî xwest, 130 nûçe hatin astengkirin” heye û ya ji ber wê doz li Berpirsa Weşanê ya berê Nazan Ozcanê hatibû vekirîn jî heye.
Rûpelên rojnameyan ên hatine astengkirin ev in: bianet, BirGün, Gazete Duvar, t24.com.tr, Bold Medya, Ahval, Kronos, Tükenmez Haber, Cumhuriyet, İleri Haber, Gaziantep Pusula, toplumsal.com.tr, Kısa Dalga, Gerçek Gazete, Pencere TV, KRT, Gerçek Gündem û haber.sol.org.tr.
Di sala 2020ê de zêdetirî 5 hezar nûçe hatin astengkirin
Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê par raporek weşandibû û diyar kiribû ku di sala 2020ê de 236 dadweriyên aştî û cezayan, 819 hezar biryarên cida dabûn. Bi van biryaran, 5 hezar û 645 navnîşanên nûçeyan (URL) hatibûn astengkirin. Malperên nûçeyan ji van nûçeyan 4 hezar û 620 nûçe rakiribûn ku rêjeya wan ji sedî 81 e.
Her weha di sala 2020ê de li ser hev 58 hezar û 809 malper hatibûn astengkirin. Di 14 salên dawiyê de 764 saziyên cida (dadgeh û saziyên îdarî) li Tirkiyeyê 467 hezar û 11 malper, bi 408 hezar û 808 biryarên cida hatibûn astengkirin. (HA/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
