Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parêzeran bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku nûçeyên li ser medyaya civakî hatine weşandin û dibêjin “Aysel Tûglûk miriye” ne rast in.
Aysel Tûglûk li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Hejmara 1ê ya Kandirayâ tê girtin. Tûgluk li girtîgehê nexweş ketibû û nexweşiyê lê giran kiribû.
Parêzerên Tûglûkê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye ku Tûglûk û malbata xwe îro hevdîtina hefteyê kiriye. Parêzeran her weha destnîşan kiriye ku Tûglûk demeke dirêj e bi nexweşiya demansê ye digel ku Lijneya Tipa Edlî ya Fakulteya Tipê ya Kocaeliyê 10 meh beriya niha rapor nivîsandibû û gotibû “Nikare li girtîgehê bimîne” hîna serbest nebûne. Parêzeran bal kişandiye ser biryara Saziya Tiba Edlî û gotiye “Ji ber biryara ne rast û li dijî hiqûq, etîk û zanistê ya Saziya Tiba Edlî ew hîna li girtîgehê tê girtin.”
Çi bûbû?
Aysel Tûglûk di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de dema Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê bû tevlî 7 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin.
Îdianame ji bo wê hatibû amadekirin ku tê de daxuyaniyên wê yên dabû çapemeniyê û beşdarbûna wê ya li cenazeyan ên di dema ku Hevseroka KCDyê bû, weke delîl hatibûn nîşandan.
17em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Adara 2018an de 8 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû. Dadgehê li gorî Qanûna Dijterorê ya hejmar 3713ê cezayê wê bi qasî dua qatan zêde kiribû û ew bi 12 salan ceza kiribû. Her weha li gorî heman biryarê ji 6an 1ê cezayê wê kêm kiribû û di encamê de 10 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû.
Parêzerên Tûglûkê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê dabûn lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû. Parêzeran dosye şandibû Dadgeha Bilind.
Derbarê Aysel Tûglûkê de?
Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û ya Komeleya Mafên Mirovan bû. Yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatperwer e.
Endama Avakar a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e û bûye Hevseroka Giştî ya heman partiyê. Di serdama 23yem de (22.07.2007-31.12.2009) weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2011 û 2015ê jî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Wanê hatiye hilbijartin. Di heman partiyê de Alîkara Hevserokên Giştî bû ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsiyar bû. (EMK/FD)