Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dabû destpêkirin de ji 38 kesên di 25ê Cotmehê de di serdegirtina malan de hatibûn desteserkirin jê 19 kes bi tohmeta ku "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
19 kes jî bi şertên kontrola edlî hatin berdan.
Endamê Şaxa Stenbolê yê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) parêzer Bedîrhan Sarsilmaz jî ku di çarçoveya heman lêpirsînê de di 25ê Cotmehê de di danişînê de hatibû desteserkirin û xebatên wî yên pîşeyî weke hêcet hat nîşandan û biryara girtina wî hat dayîn.
Yerlîkaya ragihand: Li 31 bajaran 176 kes hatin desteserkirin
25 Cotmeh 2024
(RT/AY)