Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî Henri Barkeyî aşkere kiriye ku wî bi Osman Kavalayî re xwarin nexwariye lê ya ku xwarin pê re xwariye Asli Aydintaşbaş e, Osman Kavalayî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
D Doza Geziyê de cezayê miebeta girankirî li Osman Kavalayî birîbûn û ew hezar û 742 roj in di Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Kavalayî di Doza yekem a Geziyê de beraet kiribû lê bi tohmeta ku wî "sîxurtî kiriye" ew careke din hatibû girtin. Dozgeriyê ji bo girtina Kavalayî jî îdia kiribû ku wî û Henri Barkeyî bi hev re xwarin xwariye. Kavalayî derbarê vê rewşê de gotiye ku “Dozgerî ev rastî (xwarina bi Henri Barkeyî re) ji serî de gelekî baş dizanîbû.
Her weha diyar kiriye ku ew bi Barkeyê re li ser lingan axiviye û di îdianameya duyem de ev jî hatiye guhertin û hatiye diyarkirin ku ev hevdîtin hevdîtineke plankirî ye.
Kavalayî gotiye, "Dadgehkirinên nehiqûqî di bin bandorên siyasî de û bi îdianameyên ku dozger rastiyan vedişêrin, diguherînin, li gorî teoriyên komployê binav dikin tên amadekirin pêk tên."
Çi bûbû?
Çend hefte beriya niha Henri Barkeyî ji Gerçek Gundemê bi Samî Menteşî re axivîbû û gotibû ku wî ne bi Osman Kavalayî lê bi rojnamegerekî/ê din re xwarin xwariye. Barkeyî diyar kiribû ku navê rojnamegera/ê xwarin pê re xwariye di îdianameyê de nîne.
Piştî daxuyaniya Barkeyî hatibû îdiakirin ku ew rojnameger Asli Aydintaşbaş e. Ji KRTyê Sûltan Eylem Keleşî ew îdia ji Aydintaşbaşê pirsiye. Aydintaşbaşî gotiye ku "Îdiayeke bi vî rengî heye lê ti peywendiya wê bi vî bûyerê re nîne." Li ser pirsa ku gotiye "Henri Barkeyî nas dike yan na?" wê gotiye, "Her kes wî nas dike, ew li Washingtonê diçû serkonsolxaneyê, bi rayedaran, wezîran re hevdîtin dikir, kesekî wiha bû."
Li ser pirsa xwarina bi Barkeyî re Aydintaşbaşê gotiye "Ez nawxazim roportajê çêbikim."
Piştî daxuyaniya Aydintaşbaşê, Barkeyî daxuyaniyeke din daye. Barkeyî gotiye ku wî bi Asli Aydintaşbaşê re xwarin xwariye.
Aydintaşbaşê bertek nîşanî Barkeyî daye û ji bo wî gotiye, "ew kes" û îdia kiriye ku operasyonek li dijî wê tê kirin. Her weha diyar kiriye ku hayê Osman Kavalayî ji vê bêdengiya wê hebû. (HA/FD)