Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Karsaz û mafparêz Osman Kavalayê ku di Doza Geziyê de bi cezayê miebeta girankirî hatibû cezakirin, daxuyaniyeke nû weşandiye.
Kavalayî gotiye, dihate zanîn ku ya xwarin bi Henry Barkeyî re xwariye Asli Aydindaşbaş e, lê bi tohmeta sîxurtiyê, bi israr wî di girtîgehê de dihêlin.
Kavala û parêzerên xwe, cara duyem e ku giliyê dozgerê îdianame amade kiriye, li bal Lijneya Dozger û Dadweran (HSK) kiriye.
Kavalayî di heman daxuyaniyê de diyar kiriye ku kar û xebatên yasayî weke karên sîxurtiyê hatine sazkirin:
“Dozgerî ji bo hemû xebatên min ên yasal weke sûc nîşan bike, wateyên di yasayê de ji nedîtî ve hatiye û sûcê sîxurtiyê ava kiriye. Di dema danişînê de min got ev tişt dişibin pêkanînên dema Naziyan.
"Bi baweriya min, di dema dadgehkirinê de ya li gorî hiqûqa dijminan dihate birêvebirin, wê ti bandora wê neba, ji ber wê min berê behsa mijara xwarina li xwaringehê ya bi Henry Barkeyî nekir û bi min girîng nehat ku Asli Aydintaşbaş jî derbarê vê mijarê de neaxiviye."
Çi bûbû?
Çend hefte beriya niha Henri Barkeyî ji Gerçek Gundemê bi Samî Menteşî re axivîbû û gotibû ku wî ne bi Osman Kavalayî lê bi rojnamegerekî/ê din re xwarin xwariye. Barkeyî diyar kiribû ku navê rojnamegera/ê xwarin pê re xwariye di îdianameyê de nîne.
Piştî daxuyaniya Barkeyî hatibû îdiakirin ku ew rojnameger Asli Aydintaşbaş e. Ji KRTyê Sûltan Eylem Keleşî ew îdia ji Aydintaşbaşê pirsiye. Aydintaşbaşî gotiye ku "Îdiayeke bi vî rengî heye lê ti peywendiya wê bi vî bûyerê re nîne." Li ser pirsa ku gotiye "Henri Barkeyî nas dike yan na?" wê gotiye, "Her kes wî nas dike, ew li Washingtonê diçû serkonsolxaneyê, bi rayedaran, wezîran re hevdîtin dikir, kesekî wiha bû."
Li ser pirsa xwarina bi Barkeyî re Aydintaşbaşê gotiye "Ez nawxazim roportajê çêbikim."
Piştî daxuyaniya Aydintaşbaşê, Barkeyî daxuyaniyeke din daye. Barkeyî gotiye ku wî bi Asli Aydintaşbaşê re xwarin xwariye.
Aydintaşbaşê bertek nîşanî Barkeyî daye û ji bo wî gotiye, "ew kes" û îdia kiriye ku operasyonek li dijî wê tê kirin. Her weha diyar kiriye ku hayê Osman Kavalayî ji vê bêdengiya wê hebû. (EMK/FD)