Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hasan Guzelê 64 salî nexweşê penceşêrê ye û li Girtîgeha Silivriyê girtî ye. Her çiqas di raporê de hatiye gotin ku ew %80 kêmendam e jî dîsa wî serbest bernadin.
Hasan Guzel xwediyê Nasnameya Kêmendaman ya “dayîmî” ye û li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Şişli Etfalê heyeta tenduristiyê rapor dayê de ku ew %80ê kêmendam e.
Di raporeke din de jî tê gotin ku ew nexweşiya wî di asta duyem de ye û divê li malê baş were xwedîkirin.
Buroya Hiqûqê ya Gel destnîşan kir ku divê muwekîlên wan li malê were dermankirin.
Parêzerên Guzel raporên derbarê kêmendambûn û nexweşiyên wî de parvekirin û daxuyandin ku girtina wî bêhiqûqiye. Parêzaran daxwaz kir ku demildest Hasan Guzel serbest were berdan.
Li teziyeya cemgehê hatibû binçavkirin
Di 15ê Kanûna 2016an de li Stenbol Esenyurtê li Cemgeha Kiraçê dema ji bo teziyeyê xwarin dihat belavkirin, polîsan avêtibûn ser wir û bombeyên gazê avêtibûn hundir.
Di encama serdegirtina li cemgehê gelek hatin binçavkirin. 6 zarokên binçavkirî piştre serbest hatin berdan. Rêvebirê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem Barkin Timtik jî tê de 26 kes, piştî binçavkirina bi rojan sewqî dadgehê hatin kirin.
Hasan Guzelê 64 salî jî li gel wan kesan li cemgehê hatibû binçavkirin.
Li gorî daxuyaniyên parêzerên Guzel, dema polîsan wî bi zorê ji cemgehê derxistiye wî gotiye ‘Wisa nekin, li min nexin, ez nexweşê penceşêrê me” lê dîsa jî polîsan jê re dane xeberan û wî binçavkirine.
Buroya Hiqûqê ya Gel destnîşankir ku di binçavkirina 5 rojan de li muwekîlê wan gelek îşkence hatiye kirin û ew marûzê miameleya nebaş maye.
Ji ber çûye teziyeyê hat girtin
Hasan Guzel di 20ê Kanûna 2016an de sewqî 1. Dadgeha Sulh Cezayê hat kirin û wî li wir jî raporên derbarê kêmendambûn û nexweşiya xwe de nîşanê heyeta dadgehê kiriye.
Lêbelê dadgehê di biryara xwe de got ku ew 26 kes çûne teziyeya kesekî ku ‘endamê rêxistina terorê ye’ û li gorî qanûna 7/3 ya terorê derbarê wan kesan de biryara girtinê da.
Hasan Guzel niha li Girtîgeha Silivriyê ye. Bi dosyeyeke ku tê de raporên nexweşxaneyê jî hene li girtina Guzel îtiraz hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Komîsyona Girtîgehan a Komaleya Mafên Mirovan (KMM) di girtîgehan de 905 girtiyên nexweş hene û rewla 323 ji wan giran e.
(AS/YO)