Pîrozbahiyên Newrozê îsal di 15ê Adarê de bi dirûşmeya "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" dest pê kir. Fînala pîrozbahiyan îro li Amedê tê lidarxistin.
Navnîşana pîrozbahiya Newrozê weke her sal îsal jî Parka Newrozê ya navçeya Rezanê ye.
Ji şeş deriyên cihê ve gel dikevin qadê. Tevî barîna baranê jî li ber deriyên Şeqama Newrozê, Şeqama Evrîm Alataş û Taxa Bagcilarê gel zêde kombûne. Mêvan û rojnamegerên ku ji derveyê Amedê hatine ji bo pîrozbahiyê ji deriyê protokole ve derbasî qadê bûn.
Malbatên Robozikê, malbatên Pirsûsê, malbatên kesên ku di navbera 2015-2016an de di dema qedexeyên derketina derve de mirine, malbata Mazlum Dogan, malbata Denîz Poyrazê û xizmên siyasetmedarên Kurd û rojnamegerên hatin qetilkirin di protokolê de cihên xwe girtin.
Li qadê alayên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û flamayên kesk, sor û zer, li ba dibin.
Zêdebûna hejmara jin û ciwanên ku ji bo pîrozbahiya Newrozê kombûne, balê dikişîne. Piraniya welatiyan bi cil û bergên herêmî beşdarî şahiyê dibin.
Bernameyê bi bîranîna Kemal Kurkutê di Newroza 2017an de bi guleya polîsan hat kuştin dest pê kir.
Li gor daxuyaniya Rêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê, îro li Amedê hewa ewrayî ye û car caran jî baran dibare. Pileya germahiyê jî 10 ° C ye.
Gulten Kişanakê peyam şand
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak a ji Newroza Amedê re peyam şand.
Di Newrozê de peyama Kişanakê hat xwendin.
Peyama Kişanakê wiha ye:
“Silav ji kesên li dora agirê Newrozê hatine bahev re…
Silav ji kesên li dijî zilmê li ber xwe didin re…
Silav ji kesên êvîndarên azadiyê re…
Silav ji kesên ku meşaleya Newrozê vediguhêzin çar aliyan…
Newroz, mîrateyeke dîrokî ku gelan di govenda azadî û aştiyê de tîne bahev e.
Ey dîrok, bi hêvî be! Mîrateya te di destên baş de ye.
Newroz ji bo kurdan xwedî wateyeke taybet e lê Newroz cejneke hevpar a hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên Qefqasyayê ye û di vê wateyê de gelekî girîng e.
Heke em bikarin cejnên xwe bikin yek, em dikarin di êşên xwe û çareseriyên xwe de jî bibin yek.
Newroz mizgîniya biharê ye. Agirê Newrozê cejneke ku hemû serma û zivistanê li pey xwe dihêle û hêviyên nû yên germ di dilê herkesi de vedihewîne. Ji bo hemû gelan wiha ye.
Newroz mizgîniya biharê û veguherînê ye. Dema Newroz hat zivistan li paş dimîne, em ji germahiya Newrozê û bihara rengîn re deriyên xwe vedikin. Ji ber vê yekê Newroz bihara mazlûman û bindestan e û zivistana zaliman û zordaran e. Ji ber ku di bingeha Newrozê de azadî heye, zext, zilm, dîl girtin îcada serdestan e. Jiyan her tim ji bo bigihe xwebûna xwe li ber xwe dide û serdikeve. Dê vê carê jî wiha be, jiyan dê serbikeve, azad bibe û Newroz dê qezenc bike.
Niha dem dema Newrozê ye, dem dema bidestxistina jiyan û azadiyê ye!
Em li vir bûn, em li vir in û em ê her dem li vir bin.
Mudaxeleyî Kurdên Nasyonalîst kirin
Komîteya Amadekar mudaxeleyî koma "Kurdên Nasyonalîst" kir. Koma navborî di Newroza Stenbol û Îzmîrê de hewldanên provokatîf kiribûn.
Komîteya amadekar di daxuyaniya xwe ya duh (20ê Adarê) de ragihandibû ku dê li dijî vê komê tedbîran bigirin û dê destûrê nedin ku provokasyon bên kirin.
Di çarçoveya bernameyê de, piştî axaftina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, muzîkjen Faraj Alîpûr derket ser dikê.
Komek LGBTÎ+ bi tîşortên li ser “Aşitî” nivîsandî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Komeleya Lêkolînên Çandî ya Ji Bo Aştiyê, Komîsyona Mafên LGBTI+yan ya Baroya Amedê, Rêxistina LGBTI+yan ya Keskesor Amedê û Kolektîfa Sarayê daxuyaniyek bi sernavê “bê me tu govend azad nîne” weşandin.
(DS/İY/TY/AY)