Fotograf: Roza Yiğit / bianet
Newroza îsal ku bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin. Pîrozbahî, li Amedê, li Parka Newroza ya ku li navçeya Rezanê ye hate lidarxistin.
Ji ber erdhejê rengê platforma îsal bi reş hate xemilandin. Her weha Newroza îsal diyarî qurbaniyên erdhejê hatekirin. Bernameya Newrozê HDP û Partiya Kesk a Sor birêve birin.
Newrozê di saet 10.00an de dest pê kir.
*Fotograf: Roza Yiğit / bianet
Li qada Newrozê posterê Jîna Emînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin ku bi nivîsa "Bi tayê porê Jîna Emînî, em ê tekoşîna jinê bilintir bikin" û posterê Kemal Kurkut ku di Newroza 2017an de li Amedê ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin bi nivîsa "Kemal Kurkut nemir e" hatine daliqandin.
Her weha pankara ku li ser wê nivîsa "Li Newrozê agir li Semsûrê jî piştgiriyê Geşkin" li bin fotografê Kemal Kurkutî hate daliqandin.
Kesên beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûne sloganên mîna "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Amedspor" berz dikin.
Li gel posteran, her wiha pankartên “Şîna me sedema tekoşîna me ye”, “Newroz cejna azadiyê ye” û “Ruhê 8ê Adarê diherike qada Newrozê” hatin daliqandin.
*Fotograf: Roza Yiğit
Gelek kes bi cil û bergên kurdî ber bi qada newrozê ve meşiyan.
*Fotograf: Semra Yansit
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Cîgira Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran, Seroka Lijneya Rêveber a SAMERê Yuksel Genç, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan Yeşîl, Înîsiyatîfa Malbatên 5ê Hezîranê û Malbatên Pirsûsê, Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Mêvanên taybet ên Newrozê jî ji Malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar, Başak Demîrtaş hevjîna Hevserokê Giştî yê HDPyê yê berê Selahattîn Demîrtaş, Zeynep Mizrakli, hevjîna Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ne.
Di heman demê de MED TUHAD-FED, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Pîr Sûltan Abdal, MED-DER, Enstîtûya Kurd, Komeleya Jinan a Rosayê, Amedspor, Serokê Baroyê Amedê Nahît Eren, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Mehmet Kaya û Serokê Lijneya Rêveber a GUNSÎADê Nûrûllah Edemen jî di protokolê de cihê xwe girtin.
Pêşkeşvaniya pîrozbahiyê jî hunermend Devrîm Demîr û lîstikvanê şanoyê Ozcan Ateş dikin. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Kesên ku beşdarî Newrozê bûn ji binaet kurdiyê re axivîn û behsa girîngiya pîrozbahiya Newrozê û hestên xwe kirin.
Newroza Amedê: Beşdarên Newroza Amedê hestên xwe anîn ziman #Newroz2023
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) March 21, 2023
Vîdeo: Roza Yiğit pic.twitter.com/AnmIr8B04d
Atasoy: Ez Newroza Denîz Poydaz û Nagîhan Akarselê pîroz dikim"
Seroka Komîteya Amadekar a Newroza Amedê û Hevseroka HDPya Amedê Gulistan Atasoy li qada Newrozê bi zaravayên kirmanckî û kurmancî Newroz pîroz kir û wiha got: "Ez Newroza rêhevalên me Denîz Poyraz û Nagihan Akarsel pîroz dikim."
ji bo Newroza Amedê partiyê ji zêdetirî 700 kesan peywirdar kirin ji bo xebatên Newrozê ji 200î zêdetir rojnameger akredîte kirine. Ji wan 20 biyanî ne.
"Ahmet Turk: Newroz roja azadî û berxwedanê ye"
*Ahmet Turk, Fotograf: MA
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk di bernameya Newrozê de axivî û Newroz pîroz kir: "Newroza Amedê pîroz be. Newroz berxwedan e. Belê gelê me yê hêja wek ku hûn dizanin bi deh hezaran di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Em sersaxiyê ji gelê xwe re dixwazin.
Newroz roja azadî û berxwedanê ye. Carek din Newroz bi coşek mezin tê pîrozkirin. Kawayê Hesinkar li çiyayên Zagrosê agirê Newrozê pêxist. Ji wê rojê heta îro Kawayê Hemdemîn û hevrêyên xwe agirê Newrozê gur kirin. Lewma Newroz ji bo kurdan girîng e.
Îro roja vejîna gelê kurd e. Rojek girîng e. Newroz siberoja me ya azadiyê ronî dike. Em îro di heyamek guherînê û veguherînê de ne. Em di serdemek ku wê faşîzm têk here de ne. Em dibêjin bimire faşîzm. Em ê li dijî faşîzmê berxwedana gelan mezin bikin. Ji bo em di hilbijartina pêşiya me de vê faşîzmê hilweşînin û Komara Demokratîk pêk bînin, em ê bi hev re têkoşînek biryardar bikin. Armanca me ew e ku li dijî zextên li ser gelê kurd berxwedan bê kirin. Tenê ne li bakurê Kurdistanê, di heman demê de li başûr û rojavay3e Kurdistanê jî li ser gelê kurd şerê tunekirinê tê meşandin. Îro roj roja dij derketina şerê tunekirinê ye.
Ez bang li gelê kurd dikim. Em li dijî faşîzmê têdikoşin. Heke îro li dijî dijminatiya li ser kurd bêdeng bimînin, ev bêehlaqiyek mezin e. Ji bo avakirina pergalek nû heyamek nû li pêşiya me ye. Divê li dijî vê îktidara ku aloziyan derdixe, têkoşîne bê berfirehkirin. Ev Newroz newroza azadkirina birêz Ocalan e. Em neçarin ku têkoşîna vê yekê bikin. Îro bi hezaran kurd di zindanan de ne. Ev dijminatiya gelê kurd e. Heke em li dijî vê yekitiya xwe ava nekin, heke em hesabê vê yekê nepirsin, xwelî li serê me be. Divê em dawî li dîlgirtina zindanê ya 24 salan bînin. Ev heyam heyama azadiyê ye. Wê gelê kurd wê di vê heyamê de çarenûsa xwe diyar bike."
Piştî Turk, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar derket ser dikê û axivî.
Piştre jî koma repbêjan Reqso, Ronî Artîn û Sîmyager derketin ser dikê û strîn.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçierî ji bianet kurdiyê re behsa girîngî û pirozbahiyên Newrozê kir. Taşçierî diyar kir ku ji ber erdhejê ew xemgîn in.
Parlamenterê HDPyê yê Amedê Îmam Taşçierî (@ImamTascier) li qada Newrozê behsa girîngiya Newrozê kir
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) March 21, 2023
Taşçierî got ku “Ew ji ber erdehjê xemgîn in. Lê di rihê Newrozê de berxwedan û serhildan heye”
Vîdeo: Roza Yiğit pic.twitter.com/IMoft7yuVI
Komeke ciwan piştî xala polîsan derbas kirin pankartek hildan û meşiyan ku li ser pankartê "Bi ruhê nûjen Kawa, bi ruhê Kemal Kurkut ciwanên azad dimeşin" hatibû nivîsandin. Ciwanan Marşa "Çerxa Şoreşê" xwendin
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) March 21, 2023
Vîdeo: @semra_yansit pic.twitter.com/0gmZUn90Y9
*Fotograf: Semra Yansît
Endamên Ciwanên Netewî yên Kurdistanê jî bi alaya Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal û wêneyê Qazî Mihemed meşiyan.
Beşdarên Newrozê li qadê govendê digerînin.
Newroza Amedê: Beşdar li qadê govendê digerîninhttps://t.co/RQmbItyNh4
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) March 21, 2023
Vîdoe: @semra_yansit#Newroz2023 pic.twitter.com/dAz29H76B2
Berdan Ozturk: Em ê hesab bipirsin
*Berdan Ozturk / Fotograf: MA
Piştî koma muzîkê ya "İsyan Ateşi" stranên xwe strîn, Hevserokê Giştî yê KCDyê Berdan Ozturk derket ser dikê û axivî. Ozturkî got ku ew ê hesab bipirsin:
"Merhaba bajarê berxwedanê. Ez we bi berxwedana Mazlum Dogan silav dikim. Newroz pîroz be. Em bi erdhejeke mezin re rû bi rû man. Me gelek mirovên xwe winda kirin, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Lê belê em ê hesaba vê bipirsin. Ev îktîdar teqez dê hesaba vê bide. Ez şehîd Kemal Kurkut bi bîr tînim û li vir careke din dibêjim ku dê hesaba wî bipirsin. Em ê bi berxwedana gelê xwe hesabê bipirsin. Têkçûna wan nêz e. Dê rûyê wan ê qirêjî derkeve holê. Rewşa heyî nîşaneya îflasa wan e. Hûn çi bikin jî dê nekarin vê encamê biguherînin.
"Rêya demokrasiyê ji Amedê derbas dibe. Ev der dilê kurdan e. Demokrasî, qada Amedê ye. Divê li dijî vî gelî cidî tevbigerin. Ji 5ê Nîsana 2015an heta niha tecrîda li ser birêz Ocalan ku ji bo gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kesayetekî girîng e, giran kirin. Dengê birêz Ocalan li Rojhilata Navîn bû hêviya azadiyê. Fikrên wî bûn hêviya azadiyê. Gelê me dê vê tecrîdê êdî qebûl neke. Ji birêz Ocalan ev bû du sal ku tu agahî nayên girtin. Ji dengê birêz Ocalan ditirsin. Pêşeroja gelên Tirkiyeyê tune dikin. Ji 5ê Nîsanê heta niha şer xistine meriyetê. Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Ev îktîdar, îktîdareke dermirovî ye. Bi zîhniyeta dagirkeriyê hewl dide statûya kurdan ji holê rake. Dijminatiya kurdan dikin.
"Hilbijartinên 14ê Gulanê gelek girîng in. Em ê di hilbijartinê de ji vê pergala faşîst û rizî hesabê bipirsin. Ew roj êdî derbas bûn. Bila ev jî soza me be, dawiya vê zîhnniyetê hat."
Bernameya Newrozê li saet derdora 16.00ê de bidawî bû. (RY-SY/ AY-FD)