Necmiye Alpay û Asli Erdogan ji TCK 302an hatin tehliyekirin, lê ji 314an wê dîsa girtî bin

Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Derbarê Endamên Lijneya Şêwirgeha Ozgur Gundemê Asli Erdogan û Necmiye Alpay ji éhilweşandina yekîtiya dewletê (TCK 302an)” biryara tehliyekirinê hat dayîn. Lê ji ber derbarê her du nivîskaran de ji qanûna TCK 314an (endamtiya rêxistinê) jî biryara girtinê hatibû dayîn, wê dîsa girtî bimînin.
Rûniştina doza Erdogan û Alpay di 29ê Kanûnê de ye.
Tê zanîn ku Asli Erdogan di 19ê Tebaxê de, Necmiye Alpay jî di 21ê Tebaxê de hatibûn girtin û her du jî bi cezayê muebeta girankirî tên dadkirin.
Ewil hat daxuyandin ku tehliye bûne
Parêzer Ozcan Kiliç ji bianet’ê re axivîbû û gotibû ku ew li bendê ne ku Necmiye Alpay û Asli Erdogan îro dora saeta 7an de werin tehliyekirin û rûniştina doza derbarê wan de jî wê di 29ê Kanûnê de were kirin.
Me derbarê mijarê de bi Parêzer Sercan Korkmaz re axivî û Korkmaz di daxuyaniya xwe de got ku heta saet 17:30an jî ti biryareke bo dewamkirina girtîbûna wan negihiştiye destê me, lêbelê dadwerê rayedar bi devkî gotiye ku ew ji ber sûcê “endambûna girtinê” dîsa girtî bimînin.
Tê zanîn ku Asli Erdogan di 19ê Tebaxê de, Necmiye Alpay jî di 21ê Tebaxê de hatibûn girtin û her du jî bi cezayê muebeta girankirî tên dadkirin.
(ÇT/YO)
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine

Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye

Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine

Cîranên wî êrîşa homofobîk birine ser edîtorê malpera Pembe Hayatê
