DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ
Nabe bi sedema “heqaret li Serokomarî kiriye” mirov werin cezakirin
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), cezayê ku bi sedema “heqaret li Serokomarî kiriye” li Vedat Şorliyî hatiye birîn, qebûl nekiriye û gotiye mafê azadiya xweîfadekirinê ye Şorliyî hatiye binpêkirin.
Şorliyî ji ber fotograf û karîkaturek li ser hesabê xwe yê Facebookê weşandibû di sala 2017an de bi sedema “heqaret li Serokomarî kiriye” hatibû dadgehkirin. Di encama dadgehkirinê de 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li wî hatibû birîn.
Ev cara yekê ye ku DMME bi vî awayî biryarekî dide û ji ber ku wê bibe mînak, ev biryar girîng tê dîtin.
DMMEyê pêşniyara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya di sala 2004an de bibîr xistiye ku bi vî sernavî hatibû weşandin, “Rûmeta karmendên dewletê û kesên siyasî”.
DMMEyê her weha diyar kiriye ku gelek welatên endam ên Konseya Ewropayê cezayên girtîgehê yên ji ber heqaretê rakirine û jelatên weke Azerbeycan û Tirkiye ne ji wan dewletan in. Di dewamê de diyar kiriye ku Meclîsa Parlamenteran ji vê rewşê metirsîdar e û daxwaza Meclîsê bidawîanîna van cezayan e.
Her weha DMMEyê cih daye nêrîna Komîsyona Wenedîkê ya Konseya Ewropayê ya sala 2016an ku gotiye xalên 216, 299, 301 û 314an ên Qanûna Cezayan a Tirkan û bikaranîna van xalan ne li gorî normên Ewropayê ne.
Ceza li Tirkiyeyê birîye
Dadgehê piştî van nirxandinan biryara xwe aşkere kiriye û gotiye ku mafê azadiya xweîfadekirinê yê Vedat Şorliyî hatiye binpêkirin.
Li gorî vê biryarê wê Tirkiye 7 hezar û 500 Euroyî bide Şorliyî.
Dadgehê her weha ji Tirkiyeyê xwestiye ku Xala 299an a TCKyê li gorî rêzik û qanûnên DMMEyê biguherîne. (HA/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
