Mem Ararat piştî ku albuma xwe ya nû ya bi navê “Xewna Bajarekî” derxistiye, li Stenbolê wê konserekê bide. Ararat wê li Cemiyeta ku Beyoglûyê ye 11ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) roja yekşemê derkeve ser dikê û ji albuma xwe ya nû û yê kevn stranan bistirê.
Mem Araratî beriya niha bi demeke kurt albuma xwe ya nû ya bi navê “Xewna Bajarekî” derxistiye. Araratî di albumê de cih daye 8 stranan ku di vê albumê de şêweya xwe ya muzîkê guherandiye.
Derbarê Mem Araratî de
Sala 1981ê li gundikê Girkê Şêxê ji dayik bûye. Heta sala 1989ê li gundik maye. Ji ber şert û mercên nebaş ên aboriyê, malbata wî koç kiriye. Sala 1991ê tevî malbata xwe vegeriyaye gundê xwe. Lê vê carê jî ji ber sedemên siyasî malbat neçarî koçberiyê bune. Ji ber vê rewşê tenê dibistana seretayî xwendiye. Sala 2007ê vegeriyaye Mêrdînê. Li Qoserê bi cî bûye. Li gel cotkariyê, emeletî, esnafî û karên weke vê kiriye. Ji zaroktiya xwe ve bala wî li ser muzîkê bûye. Sala 2014ê yekem albuma xwe ya profesyonel derxistiye ku navê wê “Quling, Ewr û Baran” ye. Di serê 2016ê de jî albuma xwe ya bi navê “Kurdîka” derxistiye. (FD)