Stranbêj Mem Ararat di 13ê Îlonê de wê li Navenda Çandê ya Şîşliyê konserekê bide. Konsera Araratî wê saet di 19.30 deqîqeyan de dest pê bike.
Ararat di konsera xwe de wê stranên xwe yên berê û yên CDya xwe ya nû bistirê ku di sala 2018ê de bi navê Xewna Bajarekî weşandibû û şêweyê mûzîka xwe guherandibû.
Di 2yê Îlona 2018ê de Araratî xwestibû li Amedê konserekê bide. Walîtiya Amedê pêşiyê destûr dabû konserê lê piştî bi çend rojan hatibû diyarkirin ku ew destûrê nadin konserê. Dîsa di 31ê Tîrmehê de jî xwestibû li Wanê konserekê bide lê Walîtiya Wanê, bi sedema ku biryara qedexekirina çalakiyan heye, destûr nedabû konsera Mem Araratî.
Derbarê Mem Araratî de
Sala 1981ê li gundikê Girkê Şêxê ji dayik bûye. Heta sala 1989ê li gundik maye. Ji ber şert û mercên nebaş ên aboriyê, malbata wî koç kiriye. Sala 1991ê tevî malbata xwe vegeriyaye gundê xwe. Lê vê carê jî ji ber sedemên siyasî malbat neçarî koçberiyê bune. Ji ber vê rewşê tenê dibistana seretayî xwendiye. Sala 2007ê vegeriyaye Mêrdînê. Li Qoserê bi cî bûye. Li gel cotkariyê, emeletî, esnafî û karên weke vê kiriye. Ji zaroktiya xwe ve bala wî li ser muzîkê bûye. Sala 2014ê yekem albuma xwe ya profesyonel derxistiye ku navê wê “Quling, Ewr û Baran” ye. Di serê 2016ê de jî albuma xwe ya bi navê “Kurdîka” derxistiye.
* Bişar Arslanî ev nûçe amade kiriye