Rêzefîlma bi navê "Le Bureau des Légendes" di sala 2017an de hatibû weşandin û di sezona sêyemîn a rêzefîlmê de lîstikvan Melîsa Sozenê weke endamekî YPJê rol girtibû. Sozenê ji ber vê yekê îfade da.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna ku daye destpêkirin de bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” îfadeya Melîsa Sozenê girt.
Hatiye îdiakirin ku Sozenê di îfadeya xwe de weha gotiye, "Min nizanibû ku cil û bergên ku min li xwe kiribûn nîşaneya rêxistineke ye. Min di wê rêzefîlmê de rola ajantiyê dilîst. Rêzefîlm li Tirkiyeyê nehat weşandin, ez kesekî ku ji welat û gelê xwe hez dikim.
Sozenê berê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kiribû ku di rêzefîlmê de pesnê tu rêxistinê nehatiye dayîn û ew îftirayên ku li wê tê kirin qebûl nake.
Aktrîsa navdar Melîsa Sozen di sezona sêyemîn a rêzefîlma "Le Bureau des Légendes"ê de rola sereke lîst.
(EMK/AY)