Tê zanîn ku rêya kê bikeve Amedê miheqeq diçin serîkî li Mala Dengbêjan dixin û li ber wan deng û stranên qedîm bi saetan kezeba xwe hênik dikin. Mehê carek be jî di destê min de qemeraya min ez û hevalên xwe jî diçin wan gohdar dikin. Vê dawiya hefteyê roja yekşemê jî em çûn me serîkî li Mala Dengbêjan dan.
Êdî li hewşa Mala Dengbêjan her kes li ber hinkayîyê rudine. Mêvanên ji derveyî Welat ten û yen din tev li hewşê gohê xwe dabûn van stranên qedîm û çîrokên wan.
Mala Dengbêjan ji sala 2007’an ve deriyê xwe ji mêvan û gohdarvanan re vekiriiye. Tê zanîn ku Dengbêjî dîroka bi hezaran salan a li Rojhilata Navîn e û nivîsa dîroka demên hê nivîs nehatî îcadkirinêye jî.
Ji bo vê bîr û baweriyê jî çanda dengbêjiyê li ser vê axê li hember teknolojî û cureyên mûzîkê yên heyî tê gohdarkirin û parastin. Di vê çerçoveyê de di sala 2007’an de ji aliyê Şaredariya Amedê Mala Dengbêjan hat çekirin..
Bi salan di encama polîtîkayên qeyûman de maddi menewî, tu piştgirî ji dengbêjên ku rojên xwe li vir derbas dikirin re tiştek nehatiye kirin. Her yek ji van dengbêjên ku bi salane li vir in jî jixwe vê tiştê tînin ziman.
Têkildarî mijarê yek ji Dengbêjê li Mala Dengbêjan Fesîh Koç axivî û diyar kir ku divê şaredariya me li me xwedî derkeve û wiha got: “Ji bo em zimanê xwe çanda xwe ya qedîm, stranên xwe biparêzin, divê şaredarî jî li dengbêjên xwe bi awayekî maddî manewî xwedî derkeve.”
(WT/AY)