Li Sûriyeyê 10 leşker mirin
Leşkeran li ser El Babê operasyonek kir. Di operasyonê de şer der ket. Di şerî de 10 leşker mirin. Bi temamî di wê operasyonê de hejmara leşkerên mirîn bû 35.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokerkaniya Leşkerî da zanîn ku “di Tevgera Firatê de” 10 leşkerên dî jî mirine.
Di opersayona li ser El Baba Sûriyeyê de duhî 4 leşkerên dî jî miribûn.
Daxuyaniya Serokerkaniya Leşkerî
Serokerkaniyê daye zanîn ku wê 138 çekdarên DAIŞê kuştine.
“Balafirên Hêzên Hewayî heta niho li 67 armancan daye.
“Operasyona ji bo kontrolkirina El Babê didome. “
Serokerkaniyê herweha da zanîn ku 10 leşker bi êrîşên xwekujî hatine kuştin û 18 leşkeer jî birîndar bûne.
35 Leşker mirine
Hêzên Çekdar ên Tirk(TSK) digel Artêşa Azad a Sûriyeyê ji 24ê Tebaxê ve li Sûriyeyê Tevgera Mertalê Firatê bi rê ve dibe. Ji wê demê ve 25 leşkerên Tirkiyeyê mirine.
Bi bûyerên vê paşiyê hejmara leşkerên mirîn bû 35.(EKN/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.