Hejmara leşkerên ji duhî ve li El Babê mirîn bû 16
Di operasyona ji bo Tevgera Mertalê Firatê li El Babê tê kirin de du leşker dî jî mirin. Hejmara leşkerên ji duhî ve mirîn bû 16 bi temamî di operasyonan de 37 leşker li Sûriyeyê mirine.
.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
wezîrê Parastinê, Fîkrî Işikî da zanîn ku di operasyona ji bo Tevgera Mertalê Firatê li El Babê tê kirin de hejmara leşkerên ji duhî ve mirîn bû 16.
Di operasyonê de duhî roj 10 kes miribûn, şeva dî jî 4 leşker miribûn.
37 Leşker mirine
Hêzên Çekdar ên Tirk(TSK) digel Artêşa Azad a Sûriyeyê ji 24ê Tebaxê ve li Sûriyeyê Tevgera Mertalê Firatê bi rê ve dibe. Ji wê demê ve 25 leşkerên Tirkiyeyê mirine.
Bi bûyerên vê paşiyê hejmara leşkerên mirîn bû 37.(EKN/MB)
Wêne: Majd El Halebi - Heleb/ AA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.