Polîsan li Stenbol û Wanê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de 4 rojnameger hatin desteserkirin.
Rojnameger Reyhan Hacioglû li Wanê, rojnameger Ahmet Guneş, Necla Demîr û Rahîme Kar jî li Stenbolê hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê sedema desteserkirinan diyar nîne.
Polîsan gef xwarin
Polîsan li rojnameger Reyhan Hacioglûya ku li Wanê hate desteserkirin, gef xwarin. Polîs bi gotina “Ger hûn bêdeng nebin ez ê we hemûyan bigirin û dê kes jî pê nehese.” gef li hevalên Reyhan Hacioglûyê yên rojnameger xwarin.
Reyhan Hacioglû jî bertek nîşanî helwesta polîsan da û got: “Li hundir an jî li derve, em li ku jî bin dê her tim heqîqetê binivîsin. Bi desteserkirin, girtin, gef û îşkenceyan hûn nikarin me têk bibin. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.”
Polîsan dest danîn ser alav û amûrên dijîtal ên li malê.
(EMK/AY)