Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Nevşehîrê bikarhênerê/a medyaya civakî yê/a bi navê K. C. bi tohmeta ku “heqaret li serokomarî” kiriye hatiye girtin.
Li gorî zanyariyan giliyê K. C hatiye kirin û polîsên Midûriyeta Şûbeya Ewlehiyê yên Midûriyeta Emniyeta Nevşehîrê piştî lêkolînê ew desteser kirine. Dadweriya Silh Cezayê ya Nevşehîrê biryara girtina K. C daye û ew şandine Girtîgeha Tîpa E ya Nevşehîrê.
Di nava hefteyekê de 346 hesap hatine kontrolkirin
Li gorî daneyên Wezareta Navxweyî di navbera 18 û 25ê Hezîranê de kontrola 346 hesabên medyaya civakî hatiye kirin û qeyda yasayî ya sûcê 256 kesan hatiye nivîsîn.
Wezaretê diyar kiribû 26ê Sibatê ji ber şîroveyên li ser operasyona leşkerî ya li ser Efrînê 845 kes hatine desteserkirin. (AS/FD)