Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Hatayê du operasyon hatine kirin û du bikarhênerên medyaya civakî, ji ber parvekirinên wan hatine girtin.
Bikarhênerekê bi navê A.A. bi sûcê “propagandaya ji bo PKK/KCK-PYD/YPGyê” 14ê hezîranê hatiye girtin.
Bixwîne - Wezareta Karên Navxweyî: Di hefteyekê de 986 kes hatine desteserkirin
Kesekê dî jî bi heman sûcî 12ê Hezîranê hatiye girtin. Di hefteyekê de li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê du kes hatine girtin.
306 kes hatine qeydkirin
Wezareta Karên Navxweyî bi daxuyaniyekê, agahiyên li ser 4 û 11ê Hezîrana 2018ê belav kiriye.
Li gor daxuyaniyê qeyda yasayî ya sûcê 306 kesan hatiye nivîsîn.
Bixwîne - Li 7 bajaran 117 bikarhênerên medyaya civakî hatin desteserkirin
Wezaretê diyar kiribû 26ê Sibatê ji ber şîroveyên li ser operasyona leşkerî ya li ser Efrînê 845 kes hatine desteserkirin.
(AS/MB)
Wêne: AA – Hatay