Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nûçegîhanê fotografan Aye Kyawê li Myanmarê, li Sagaingê piştî hatiye desteserkirin, hatiye kuştin. Kyawî potografên xwenîşandanên li dijî derbeyan pêk dihat, digirtin.
Aye Kyaw roja 30ê Tîrmehê di encama serdegirtina mala xwe de hatibû desteserkirin. Rayedarên leşkerî, ji malbata Aye Kyawî re gotiye ku ew heman rojê miriye. Lê sedema mirina wî nehatiye diyarkirin. Cenazeyê Kyawî di 31ê Tîrmehê de hatiye şewitandin.
Li gorî nûçeya Radio Free Asiayê, çavkaniyekî/e ku navê xwe aşkere nekiriye, gotiye, parsû û pişta Aye Kyawî mor bûne.
Li gorî texmînan ji ber fotografên di dema çalakiyan de kişandiye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandiye, Aye Kyaw hatiye desteserkirin.
Di dema desteserkirinê de rojnamegerekî din miribû
Nûçegîhanê fotografan Koe Soe Naingê li ser hesabê xwe kar dikir, di Kanûna Pêşiyê ya 2021ê de dema xwenîşandan dişopand, hatibû desteserkirin. Naing di dema desteserkirinê de miribû.
Hevpîşe û hevalên wî gotibûn ku Naing ji ber îşkenceyî miriye.
Li gorî daneyên Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) Aye Kyaw, ji 1ê Sibata 2021ê ango ji roja ku artêşê derbe kiriye hita niha, çar rojnameger mirine. (HA/FD)