Cûntaya leşkerî ya li Myanmarê rojnamegerekî din ê girtî bi îşkenceyê kuşt.
Cenazeyê nûçegihanê Western Newsê, Myat Thu Tunî tevî yên 6 girtiyên siyasî, li bajarokê Mrauk-U yê li rojavayê herêma Rakhine ye, li herêmeke leşkerî binaxkirî hate dîtin. Ew rojnameger her weha bi navê Phoe Thiha jî dihate nasîn. Li ser cenazeyê wî şopa îşkenceyê û şûna guleyan hebûn.
Piştî Artêşa Arakanê di 5ê Sibatê de kampa leşkerî bidest xisyibû, cenaze hatibûn dîtin.
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye, banga lêpirsîneke serbixwe li ser kuştina Myat Thu Tunî kir.
Ji Îlona 2022an ve girtî bû
Myat Thu Tun di Îlona 2022an de li mala xwe hatibû girtin û ji wê çaxê heta niha di girtîgehê de bû. Ew bi sûcên "belavkirina agahiyên derew" û "teşwîqkirina kîn û dijminatiya gel" dihate tawankirin û li bendî dadgehkirinê bû.
Beriya derbeya Sibata 2021an, Tun ji bo saziyên medyayê yên Myanmarê, Dengê Demokratîk ê Burmayê, Kovara 7 Rojan û The Voice Journal dixebitî. Ew di Îlona 2022 de ango dema hate girtin ji bo Western Newsê dixebitî.
Myat Thu Tun rojnamegerê pêncemîn e ku ji darbeya Sibata 2021an vir ve ji aliyê cûntaya leşkerî ve hatiye kuştin. Nûçegihanên wêneyan ên serbixwe Aye Kaw û Soe Naing, damezrînerê Ajansa Nûçeyan a Khonumthung Pu Tuidim û edîtorê wî jî di dema desteserkirinê de hatin kuştin. Ji Kovara Nûçeyan a Federal Sai Win Aung dema ku nûçe amade dikir ji hêla leşkeran ve hate gulebarankirin.
Myanmar, di Indeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanî ya RSFyê ya sala 2023an de ji 180 welatan di rêza 173yemîn de cih digire. 64 rojnameger li vî welatî girtî ne û bi vê hejmarê yek ji mezintirîn girtîgehên rojnamegeran e û piştî Çînê di rêza duyemîn de ye.
(HA/FD)