Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Hon Kongê bi hezaran kes çûne balafirgeha bajarî û seferên balafiran dane sekinandin. Xwenîşander yasaya nû ya şandina sûcdaran protesto dikin.
Li Birvebiriya Taybet ya Hon Kongê ya Çînê biryar hatiye dayin ku ew kesên li wê derê sûc kirîn dê bi awayekê hêsanî ji bo îdareya giştî ya Çînê bêne şandin.
"Balafirên rêwî tê de sefera xwe temam kirin"
Berdevkê birêvebiriya balafirgeha Hon Kongê Yang Guangî diyar kiriye ku ji ber protestoyan karên li balafirgehê hatine sekinandin. Bi tenê ji bo balafirên rêwîyên wan çûne di balafiran de destûra firiyanê hatiye dayin.
Hin balafirên li esmanî destûra dadanê standî jî dadane balafirgehê.
Protestoyên Hon Kongê
Li Honkongê yasaya şandina sûcdar û bersûcan hatiye guhertin. Li gor yasaya nû bi awayekê hêsanî sûcdar û bersûc dê bikare ji bo rêvebiriya tayvan û Çînê bêne şandin.
Bi hezaran kesan ev yasa protesto kiribû û hikûmetê 15ê Hezîranê yasa sekinandibû lê betal nekiribû. Xwenîşander dixwazin yasa bê betalkirin.(HA/MB)