Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê(TUIK) daneyên enflasyona meha destpêkê ya salê aşkere kir. Di meha Kanûna Paşiyê de enflasyon mehane ji sedî 5,03 e û ya salane jî ji sedî 42,12 e.
Di vê mehê de rêjeya beşa perwerdehiyê ji yên din bilindir bûye ku bûye ji sedî 99,93. Li pêy vê beşê enflasyon herî zêde li tenduristiyê(ji sedî 23,57) bilind bûye.
Li gorî ENAGê ji sedî 81,02 e
Li gorî daneyên ku Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) aşkere kiriye rêjeya enflasyona meha Kanûna Paşiyê ji sedî 8,22 e. Her weha li gorî ENAGê enflasyona salane jî ji sedî 81,02 e.
(HA/AY)