Li gorî daneyên Saziya Hilbijartinê 996 jin û 3855 mêr bûne namzet

Ji bo nûçeya tirkî / Ingilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) hejmara jin û mêr ên hilbijartina parlamenteriyê ya 24ê Hezîranê aşkere kir.
Li gorî van daneyan ji 4 hezar û 851 namzetan ji sedî 20,5 tenê jin in, li hemberî vê rêjeyê ji sedî 79,5 mêr in.
Di nava namzetên HDPyê de rêjeya jinan ji sedî 38 e û bi vê rêjeyê HDP partiya ku herî zêde jin weke namzet nîşan daye. Piştî HDPyê, bi rêjeya ji sedî 26,5 İYİ Parti, bi rêjeya ji sedî 24 Partiya Vatanê, bi rêjeya ji sedî 22,6 CHP, bi rêjeya ji sedî 21 AKP, bi rêjeya ji sedî 12,6 MHP, bi rêjeya 11,6 Partiya Saadetê û bi rêjeya ji sedî 7,5 jî HUDA-PAR tê.
Ji sedî 16ê namzetên serbixwe jin in û rejeya namzetên mêr ên serbixwe ji sedî 84 e.
Sosyolog Nukhet Sîrman ji bianetê re got, “Weke cara pêşiyê gaveke girîng e ku YSK belaviya zayend a namzetên parlamenteriyê weşandiye. Em hêvî dikin ku kategoriyên cidahiyên di civakê de bên çêkirin û van di îstatîstîkên beşên cida de bikin.”
Li gorî lîsteya misoger, tenê ji sedî 4,9ê jinan di rêza yekem de weke namzet hatine diyarkirin.
(ÇT/FD)
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine

Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye

Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine

Cîranên wî êrîşa homofobîk birine ser edîtorê malpera Pembe Hayatê
