Li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Tîpa Tyê di 4 nava rojan de 13 girtî hatine sirgûnkirin. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Şaxa Îzmîrê serdana girtîgehê kirine. Parêzeran bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirine û girtiyan bi rêya parêzeran ragihandine ku 13 girtiyên li qawîşa A-17ê sirgûnî girtîgehên cuda hatine kirin.
Her weha piraniya girtiyên ku hatine desteserkirin yên nexweş bûne û di lîsteya ÎHDê ya girtiyên nexweş de cih digirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parêzer Welat Zeren têkildarî hevdîtina bi girtiyan re agahî daye û diyar kiriye ku îdareya girtîgehê derbarê sewqkirina girtiyan de agahî nedaye wan. Zeren destnîşan kiriye ku li girtîgehê binpêkirinên mafan diqewimin û li dijî girtiyan sepanên dijhiqûqî pêk tên.
Navên girtiyên hatine sewqkirin wiha ne:
Ozgur Guçlu, Îhsan Balkaş, Mehmet Halîs Vûral, Abdurrahman Yildirim, Faîk Kimiş, Orhan Sakçi, Mehmet Nîmet Yilmaz, Fettah Yildirim, Îdrîs Çalişkan, Mûrat Dûrûk, Mîzbah Kaya, Mûrat Aydin û Mehmet Okûr.(AY)