Li Girtîgeha Bandirmayê 74 girtî bi Covîd-19ê ketine
Girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê bi telefonê bi malbatên xwe re axivîne û diyar kirine ku 74 hevalên wan bi Covîd-19ê ketine.

Li Girtîgeha Bandirmayê, navçeya Balikesîrê 74 girtî bi vîrusa Covîd-19ê ketine.
Li Girtîgeha Tîpa T ya Bi Hejmar 1a Bandirmaya Balikesîrê 74 girtî bi vîrûsa koronayê ketine.
Têkildarî mijarê girtiyan bi telefonê agahî dane malbatên xwe û diyar kirine ku rêveberiya girtîgehê, girtiyên nexweş bi tena serê xwe hiştine.
Girtiyan ji malbatên xwe re weha gotine:
“Rêveberiya girtîgehê bi tu awayî dermanan nadin me. Mafên me yên tenduristiyê tên astengkirin. Em bi tena serê xwe hiştine. Banga me ji bo raya giştî ew e ku li ser vê mijarê bisekinin.”(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.