Li Cizîrê êriş
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê îro di saetên sibehê de li dijî Mudiriyeta Şaxa Polêsên Çevik bi wesayîteke bombebarkirî êriş hat kirin. Di encama wê êrişê de herî kêm 8 polês hatin kuştin, 45 kes jî birîndar bûn.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li taxa Konakê ya Cizîrê îro di saetên sibehê de ji hêla hêzên PKKê ve li dijî Mudiriyeta Şaxa Polêsên Çevik bi wesayîteke bombebarkirî êriş hat kirin.
Di encama wê êrişê de 8 polês mirin, 45 kes jî birîndar bûn.
Êriş îro di saetên 06:45an de hat kirin û di avahiya emniyetê de ziyaneke mezin çêbû.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê ji ber tundiya teqînê li taxên Cûdî, Dicle û Konakê camên gelek mal û kargehan şikestine.
Polêsan hatin-çûnên navçeyê girtine û operasyon dane destpêkirin.
(AS/YO)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.