RTUKê çêkirina nûçeyên li ser êrîşa li Cizîrê qedexe kir
RTUKê bi fermannameya serokwezîrîyê çêkirina nûçeyên li ser êrîşa li Cizîrê qedexe kir.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUKê) bi fermannameya serokwezîrîyê çêkirina nûçeyên li ser êrîşa li Cizîrê qedexe kir.
PKKyîyan îro li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi bombeyan êrîş bir ser navenda polîsan 8 polîs mirin û 45 kes birîndar bûn.
Qedexeya RTUKê
Li gor maddeya 7. ya qanûna 6112. ya Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan: ‘’ Dema ku ji bo Ewlehiya Neteweyî pêwîst bû, dema îhtimala têkçûna rêkûpêkiya civakê çêbû, çêdibe ku çêkirina nûçeyan bi awayekê demkî bê qedexekirin. ‘’
RTUKê dîyar kir ku êrîşa li Cizîrê li gor vê qanûnê ye û çêkirina nûçeyan qedexe kir.
Li gor qedexeyê ji bilî daxuyaniyên fermî belavkirina hemî agahiyan qedexe ye.(AS/MB)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.