Pîrozbahiyên Newrozê îsal di 15ê Adarê de bi dirûşmeya "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" dest pê kir. Fînala pîrozbahiyan duh li Amedê hat lidarxistin.
Zêdetirî milyonek kes tevli pîrozbahiya li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê hat lidarxistin bû.
Newroza Amedê dest pê kir
21 Adar 2024
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê piştî pîrozbahiya Newrozê gelek kes hatin desteserkirin.
Her weha zarok jî di nav de herî kêm 126 kes hatine desteserkirin. Hat zanîn ku kesên hatine desteserkirin birine Rêvebiriya Polîsan a Navçeya Rezanê.