Li Amedê çalakiya li dijî tecrîdê | Polîsan parlamenter dorpêç kirin

Video-Fotograf: Mir Ali Koçer
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Meclîsa Dayikên Aştiyê, li dijî tecrîra li ser Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî li Amedê xwestin çalakiyekê li dar bixin.
Girse li ber Abîdeya Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê kom bûn, lê polîsan destûr neda ku bimeşin. Polîsan girseya ku kom bû dorpêç kir ku Parlamenterên HDPyê Hişyar Ozsoy, Garo Paylan, Dîlan Dîrayet Taştemîr û Hevseroka Giştî ya DBPyê Salîha Aydenîz jî di nav de bû. Her weha rojnameger ji cihê çalakiyê dûr xistin.
Hişyar Ozsoyî bertek nîşanî dorpêçkirinê da û got, “Hûnê bên dadgehkirin. Komara Tirkiyeyê dewleta polîsan e. Li ber çavê min we jin pincirandin.”
Hevseroka Giştî ya DBPyê Salîha Aydenîzê jî got: “Ziravê wan diqete. Hûn dibînin her der hatiye tecrîdkirin. Hemû cîhan faşîzma we û qarqara we ya ji bo şer dibîne. Hemû cîhan dizane ku hûn faşîst in. Hewce nake ku hûn mertalên xwe bilind bikin.”
Piştî sekneke dirêj, çalakî bidawî bû. (MAK/RT/FD)
VÎDEO-NÛÇE
Rojnameya Xwebûnê: Di çapemeniya Kurdan de kevneşopiyek 28 salan
.jpg)
VİDEO - NÛÇE
DFG û MKGP: Hedefgirtina rojnamegeriyê sûc e

Sînan Çîftyurek: Êrîşên Tirkiyeyê wê bi xwe re encamên neyînî bîne
.jpg)
Hêzên emniyetê dikarin di saetên şevê de bi ser malan de bigirin?

Li dijî girtina rojnamegeran kampanyaya “Nûçeyekê jî tu bişînî” dan destpêkirin
