Hêzên emniyetê dikarin di saetên şevê de bi ser malan de bigirin?

Fotografê manşetê: AA
Li gorî Xala 118ê ya Qanûna Darazî ya Cezayan (CMK), polîs an jî leşker nikarin derengê şevê bi ser malan, kargehan an jî cihên sergirtî de bigirin. Di Xala 119/1ê de hatiye diyarkirin ku bi biryara dadwerî yan jî ihtimala derengketinê hebe û wê encamên neyênî derkevin holê, divê bi biryara dozgerê/a komarî, ger nikaribin xwe bigihînin dozgerê/a komarî, bi fermana nivîskî ya fermandarê leşker an jî polîsan dikarin bi ser malan de bigirin û lêgerînê bikin.
Lê di gelek rewşan de, polîs an jî leşker di saetên şevê de yan jî destê sibehê bi ser malan de digirin, deriyan dişkînin, nava malê tevlihev dikin û kiryarên xirab li maliyan dikin.
Di 18ê Çiriya Pêşiyê ya 2015an de polîsan li Kuçukarmûtlûya Stenbolê, bi ser mala Dîlek Doganê de girtibûn. Di dema lêgerîna li malê de, polîsan gule bera Dîlek Dogana 24 salî dabûn û ew kuştibû.
Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), tenê di sala 2021an de 984 kes bi hinceta ku rastî îşkence û kirariyên xirab hatine serî li saziya wan dane.
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) jî di sala 2021an de 2 kes di binçavan de mirine. Lê, di daneyan de mirinên van 2 kesan wekî bi şik û guman cih digire. Dîsa di heman salê de kesek jî birîndar bûye.
Endamê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Şemdîn Şahîn û endamên Baroya Amedê Semra Balyan û Mewlûd Çelîk, ji bianet kurdiyê re behsa kiryarên derhiqûqî yên polîs û leşkeran ên di demên serdegirtina malan de kirin. (MAK/FD)
*Çavkaniya vîdeoyan: MA
VÎDEO-NÛÇE
Rojnameya Xwebûnê: Di çapemeniya Kurdan de kevneşopiyek 28 salan
.jpg)
VİDEO - NÛÇE
DFG û MKGP: Hedefgirtina rojnamegeriyê sûc e

Sînan Çîftyurek: Êrîşên Tirkiyeyê wê bi xwe re encamên neyînî bîne
.jpg)
Li Amedê çalakiya li dijî tecrîdê | Polîsan parlamenter dorpêç kirin

Li dijî girtina rojnamegeran kampanyaya “Nûçeyekê jî tu bişînî” dan destpêkirin
