Fotograf: Mehmet Ali Özcan - Enqere/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî roja şemî û yekşema vê hefteyê ango 6 û 7ê Hezîrana 2020an wê derketina derve qedexe be.
Bajarên ku ji bo roja şemî û yekşemê biryara qedexeya derketina derve lê hatiye stendin ev in: Enqere, Dîlok, Balikesîr, Bûrsa, Eskîşehîr,Stenbol, Îzmîr, Kayserî, Kocaelî, Konya, Manîsa, Sakarya, Samsûn, Wan û Zongûldak.
Beriya qedexeya derketina derve roja înê dê markêt, fêkîfiroş, qesab û çerezfiroş heta seat 23.00an vekirî bin.
Roja şemiyê ku wê rojê qedexeya derketinê heye, dê markêt, fêkîfiroş, qesab û çerezfiroş dê seat ji 10.00 heta 17.00an vekirî bin.
Roja şemî û yekşemê rojên qedexeya derketina derveyê, dê xwaringeh û kargehên weke wê, bikaribin siparişan bişînin navnîşanan.
Her wiha di rojên qedexeyê de dê firin, nanfiroş û kargehên şêraniyê vekirî bin. (EKN/AY/FD)
Çavkanî: AA