Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî aşkere kiriye, ku wî biryara qedexeya derketina derve ya ji bo şemî û yekşemê ya 15 bajaran betal kiriye. Biryara qedexeya derketina derve di 4ê Hezîranê de hatibû ragihandin.
Bixwîne - Li 15 bajaran wê derketina derve qedexe be
Erdoganî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi bîrxistiye û gotiye, di dema şewbê de ji bo ku gel ji vîrusê biparêzin wan gelek tedbîr pêkanîne.
Duh bi pêşniyaza Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Navxweyî aşkere kiribû ku ji bo 15 bajaran biryara qedexe derketina derve ya roja şemî û yekşemê hatiye dayîn.
Erdoganî derbarê vê biryarê de weha gotiye: “Nirxandin û nêrinên welatiyan ji bo biryara qedexeyê li me wisa kir ku em carekê din biryarê binirxînin. Tekane mebesta vê biryarê ew bû ku pêşi li belavbûna vîrusê bigire û welatiyên me biparêze. Lewra hat fêmkirin ku di bicîhanîna vê biryarê de encamên cûda yên civakî û aborî wê derkeve. Welatiyên me li piştî 2 meh û nîvan dîsan dest bi rêkûpêkkirina jiyana xwe ya rojane kiribûn. Dilê me pê razî nebû ku em dîsan jiyana rojane ya welatiyên xwe bixin tengasiyê. Ji ber vê min biryara qedexeya derketina derve ya ji bo 15 bajaran betal kir." (RT/AY/FD)