Fotograf: AA (Arşiv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Koordînasyona Heskîfê li dijî tayînkirina qeyûman daxuyaniyek nivîskî belav kirîye û gotîye, tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Êlihê rasterast bi projeya Bendava Ilisûyê û projeyên HESê ve girêdayî ne. Koordînasyonê destnîşan kirîye, ku ji ber vîrûsa Koronayê li cîhanê gelek projeyên hilweşandinê bi awayekê derbasdar hatine sekinandin û desthilata navendî ya Tirkiyeyê jî ev yekê veguherandiye fersendê.
Bixwîne - Li şûna 8 şaredarên HDPyê qeyûm hatine wezîfedarkirin
Bixwîne - Hevşaredarên HDPyê hatine desteserkirin
Hukumet dixwaze rêvebirîya xwecîhî têxe bin deste xwe
Koordînasyonê destnîşan kirîye, hukumet, bi tayînkirina qeyûmên şaredariyên Êlih, Farqîn, Licê, Erxenî, Gêl, Norşîn û bajarokên Halfelî û Gokçebagê dixwaze rêveberiya xwecihî hilde bin serweriya xwe û îradeya gel hatiye desteserkirin.
Bila demildest biryara tayînkirina qeyûman bi paşve were girtin
Koordînasyonê dîyar kirîye, Hevşaredarên Êlihê yên niha desteserkirîne li dijî projeya Bendava Ilisû û her projeyên ku xwezayê talan dikir derdiketin û ji ber vê yekê jî bûne hedef. Koordînasyonê da zanîn ku tayînkirina qeyûman ne hiqûqî ye û qeyûm tayînî ser vîna gel û şaredariyên xwedî feraseta gelparêz û şoreşger kirine û ji niha şûn ve dixwazin bi feraseta qeyûm birêve bibin. Koordînasyon ragihandîye û gotîye, ew wek Koordînasyona Heskîfê dibêjin ku bila demildest biryara tayînkirina qeyûm paş ve were girtin. (EMK/AY/FD)