Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîsyona Amadekar li Parlamentoyê, ji bo parêzbendiya Semra Guzel, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê ji ber du dosyayên cida rake, cara çaran civiyaye.
Komîsyonê bi pirdengî biryar daye ku parêzbendiya Guzelê rake.
Komîsyona Amadekar wê rapora xwe ya derbarê Guzelê de, roja sêşemê pêşkêşî Komîsyona Têkel a Destûra Bingehîn û Edaletê bike.
Komîsyona Têkel a ji endamên Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê pêk hatiye, di 20ê Kanûna Paşiyê de civînek pêk anî û Komîsyona Amadekar ava kiribû. Di Komîsyonê ji AKPyê Remzî Can, Abdullah Guler û Zeynep Gulmaz, ji HDPyê Mehmet Ruştu Tirkayî û ji CHPyê jî Rafet Zeybekî cih girtibû.
Çi bûbû?
Volkan Bora, endamê PKKê di sala 2017an de ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirkan ve di encama operasyonekî hewayî de hatibû kuştin. Di encama lêkolîna telefona Volkan Borayî de wêneyên Semra Guzelê û Bora yên bi hev re kişandibûn derketibûn. Ev wêne bi raya giştî re hatibû parvekirin.
Dema ew wêne li ser çapemenîya nêzî hikûmetê belav bûbû, Serokê Giştîyê AKPyê û Serokkomar Erdoganî daxûyanîyek dabû. Erdoganî gotibû “Me ev mijar yekser ji Komîsyona Têkel re şand. Çi hewce bike wê bê kirin. Em naxwazin kesên wiha di Meclîsa xwe de bibînin”.
Guzelê jî gotibû ku, Bora “dergistîyê” wê bû ye û ew wêne jî “di Dema Çaresarîyê de hatine kişandin”. Dema ew wêne hatine kişandin ti têkilîyê wê bi partîyên sîyasî re tunebû û ji bo ew wêneyên li ser Bora hatine dîtin, di derheqî wê de ti lêkolin nehatine vekirin. Guzelê berdewam kiribû û gotibû, ew wêneyên ku 5 sal berê hatine ditîn, îro wek “kemînek” ji bo wê tên bikaranîn.
Piştî ev wêne hatin weşandin derbarê Guzelê de ji bo ku parêzbendîya wê bê rakirin, fezleke hatibû amadekirin. Fezleke ji Komîsyona Têkel a Parlamentoyê re hatibû şandin.
Komîsyon di 20ê Kanûna Paşiyê de civîyabû. Lê berî ku Komîsyon bicive Meral Akşenera Seroka Giştîya Îyî Partîyê û Ozgur Ozelê Cihgirê Koma CHPê daxûyanî dabûn û gotibûn ew ê ji bo fezlekeyê denge “Erê” bikarbînin.
Li gor Ajansa Anadoluyê, par li meclisê bi giştî hezar û 336 fezlekeyên parêzbendiyê hebûn. Ev hejmar îsal jî bê navber zêdetir dibe lê ji bo hejmara guncaw heya aniha tu daxuyani ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve nehatiye dayin. Fezleke herî zede derheqê parlamenterên HDPyê û CHPyê de ne. Derheqê parlamenterên AKP û MHPyê de hema bêje qet fezleke nîn in. (RT/FD)