Li navenda Mêrdînê û navçeyên wê yên Artûklû, Qoser û Nisêbînê polîsan duh di saetên serê sibê de bi awayekî hemwext bi ser malan de girtibûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê namzetê Serokatiya Baroya Mêrdînê parêzer Medenî Ayhan di nav de 22 kes hatibûn desteserkirin. Hin kesên desteserkirî piştî karûbarên wan ên li emniyetê birin dozgeriyê.
Li Mêrdînê gelek kes hatin desteserkirin
8 Cotmeh 2024
Parêzer Ayhan û kesên pê re birin dozgeriyê ji ber parvekirinên wan yên li ser hesabên medyaya civakî bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kirine” hatin sûcdarkirin.
Piştî îfadeyan kesên desteserkirî serbest bûn.