Li navenda Mêrdînê û navçeyên wê yên Artûklû, Qoser û Nisêbînê polîsan di saetên serê sibê de bi awayekî hemwext bi ser malan de girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de Aynûr Bûlût, Halîme Sumer û Prz. Medenî Ayhan û gelek kesên navên wan nehatin zanîn hatine desteserkirin.
Her weha li gorî heman nûçeyê serdozgeriyê ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî lêpirsîn daye destpêkirin.
Kesên hatine desteserkirin birine Emniyeta Mêrdînê.