Kesên ji ber “Hînker”ê hatibûn desteserkirin, serbest bûn

Nivîskar Mevlut Aykoç, Îzzet Çinar û Şukriye Çinar ku di çarçoeya lêpirsîna pirtûka perwerdeya bi Kurdî “Hînker”ê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hatibûn desteserkirin, bi şertê kontrola edlî serbest bûn.
Her 3 kesên sewqî edliyeyê hatin kirin, piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezê û Aştiyê hatin kirin.

Du kesên din ji bo ‘Hînker’ê hatin desteserkirin
Dadgehê bi şertê kontrola edlî her sê jî berdan.
Her weha di çarçoveya heman lêpirsînê de Samî Tan û Ronahî Onen jî hatibûn desteserkirin duh ew jî bi şertê kontrola edlî serbest bûn.
Komîsyonên zimanê Kurdî yên Baroyên parêzgehên Amed, Agirî, Êlih, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Şirnex û Wanê bi daxuyaniyeke hevbeş nerazîbûn nîşan dabûn.
Baroyan di daxuyaniya xwe de gotbûn:
“Biserdegirtina malên nivîskarên Kurd û desteserkirina wan ne hiqûqî ye. Divê nivîskarên Kurd demildest werin berdan.”

Ji ber pirtûka perwerdehiyê ‘Hînker’ê sê nivîskarên Kurd hatin desteserkirin
*Çavkanî: MA, Rudaw