KASED: Nêrîneke feminîst li ser romanên kurdî
Komeleya Çand û Huner û Wêjeyê (KASED) a ku di sala 2019an de li Amedê ji aliyê komek hunermendên jin, ji bo pêşxistina çand û hunera bi zimanê dayikê hatiye avakirin; di çerçoveya xebatên xwe de atolye û qursên cur bi cur li dar dixe.
KASED bi nêrîneke feminîst lêkolîna karakterên romana kurdî dike. Yek ji atolyeya KASEDê ya bi navê ‘Nêrîneke Feminist li ser romanên Kurdî’ ye.
Atolyeya du meh berê destpê kirî û heta niha 8 romanên kurdî yên wek Şivanê Kurmanca, Peşmerge, Jana Gel, Dara Pelweşiyayî, Memê Alan, Ev Rê Naçe Bihûştê û hwd hatine xwendin, bi analîzên feminist karakterên di romanên kurdî de, dinirxîne.
Têkildarî naveroka xebatê Seroka KASEDê Salîha Ayatayê bi bianet kurdiyê re axivî û diyar kir ku li KASEDê xebatên ziman û wêjeya kurdî jî didin û wiha got: “Li cihanê jî deriyên edebiyatê ji bo jinan girtî ne, jinan jî hewl daye ku van deriyan bişkînin. Hindik be jî hin caran bi ser ketine. Ji bo kurdan jî heman tişt derbasdar e. Roman di van sedsalên dawiyê de ketiye jiyana kurdan. Di her destpêkêke cerebeyan romanê de jî her tim mêr hene. Di romana kurdî de jî me heman tişt dît.
Çîrokbêj Sitî: Bila çanda çîrokbêjiyê di nav kurdan de bidome

Helbestvan Leyla Saraç: ‘Dema Tu Çûyî’ behsa welat û bêrîkirinên min dike

Paramaz Mercan: Divê her kes li Dêrê jî xwedî derkeve

Wênesaz Nûrhîn El Hisên: Ez dixwazim bi xêzên xwe dengê kurdan bidim bihîstin

ŞAREDARİYA FARQÎNÊ
Kadrî Esen: Em ê bi xebatên bi vî rengî hewl bidin rê li pişaftinê bigirin
