Kaos GL: Bila Ali Erol demildest serbest bibe

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Polîsan Ali Erolê ku yek ji avakerên Kaos GLyê ye û aktivîstekê LGBTIan e li Enqereyê li mala wî desteser kir.
Li ser biryara desteserkirina Ali Erolî navnîşana hesabê wî yê Twitterê heye.
Koordinatorê medya û ragihandinê yê Kaos GLyê, Yildiz Tarî ji bianetê re got:
“Em di heqê niryara desteserkirinê de gelek kêm tiştan dizanin. Cihê fikarê ye ku em sebeba desteserkirina pêşengekê tevgera LGTBIan û avakerê Kaos GLyê nizanin.
“Wek tê bîra we di Çiriya Parşiyê de Walîtîya Enqereyê hemî çalakiyên LGBTIan bêyî demê dawîbûna qedexeyê diyar bike qedexe kiribû. Ev mûdaxeleyeka gelek ciddî ya li tevgera LGBTIyê ye.
Alî Erol kî ye?
Aktivîstê LGBTIyan e. Yek ji avakerên Komeleya Kaos GLyê ye. Yek ji endamên koma Kovara Kaos GL derêxistî ye.
Yek ji aktivîstên naskirî ye ku li gelek welatan tê nasîn.(ÇT/MB)
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine

Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye

Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine

Cîranên wî êrîşa homofobîk birine ser edîtorê malpera Pembe Hayatê
