Jinan pankarta "Bila Aysel Tûglûk serbest bibe" bi Pira Malabadî ve daliqandiye
Jin ji bo balê bikişînen ser rewşa Ayşe Tûglûka ku bi nexweşiya demansê ye û ji bo serbest bibe, çalakiyek li dar xistiye.

Fotograf: MA
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Aysel Tûglûka bi nexweşiya demansê ye çalakiyek li dar xistiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezpotamya, jinan pankarta ku wêneyê Aysel Tûglûkê li ser e bi Pra Malabadiyê ve daliqandine.
Siyasetmedar Aysel Tûglûk piştî ku hate girtin û li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Hejmara 1ê ya Ewlehiya Bilind a Kandirayê hate girtin bi demekê, bi nexweşiya demansê ketiye.
Berdevka Meclisa Jinan a HDPyê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDPyê ya Êlihê Feleknas Ûca û gelek aktivîstên TJAyê beşdarî çalakiyê bûne.
Jinan piştî ku posterê "Bila Aysel Tûglûk bila serbest bibe" bi pirê ve daliqandin, bi dirûşm û çepikan dawî li çalakiya xwe anîne. (FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.