Ji bo şopandina grevên birçîbunê komisyonek hatiye avakirin

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Odeya Doktorên Stenbolê (İTO), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) û Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) bi civîneke çapemeniyê aşkere kirin ku wan ‘Komisyona Şopandina Grevên Birçîbûnê’ saz kiriye.
Ji bo ragihandina avakirina Komisyonê, li Şaxa Stenbolê ya İHDyê civîneke çapemeniyê hate sazkirin. Gulseren Yolerî Seroka Şaxa Stenbolê ya iHDyê, Erdal Guzel Serokê Şaxa Anadolûyê yê SESê, Ayşe Çetîntaş ji TİHVê û Mûrat Ekmen Endamê Lijneya Rêveber a İTOyê beşdarî civînê bûn.
Gulseren Yoleriyê li ser navê beşdaran metna ku hatiye amadekirin xwend û got, bi komisyona wan ava kiriye, him ew ê grevên birçîbûnê bişopînin him jî zanyariyên di dema serdana girtîgehan de bi dest xistine bikin rapor.
Yoleriyê diyar kir ku mafên girtiyên di greva birçîbûnê de ne tên binpêkirin û xwest ku tecrîta li girtîgehan bi dawî bibe. (HA/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
