Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikînin
Ji bo girtiya 78 salî ya bi navê Sise Bingol serbest bibe, kampanyaya komkirina îmzeyan hat dest pê kirin.
Sise Bingol di 6ê Nîsana 2016ê de hatiye desteserkirin û paşê hatiye girtin. Dadgehê bi sûcê “bi zanebûnî û bi dilê xwe alîkarîdana rêxistinê” 4 sal û 2 meh cezayê girtinê daye Bingolê.
Ketiye krîzê
Ji beriya mehekê ket di krîza dilî de.
Sise Bingol li Girtîgeha Mûşê ya Cûr eyê Eyê girtî bû. Bêyî ku malbata wê bê agehdarkirin di 4ê Çiriya Pêşiyê de ji bo Girtîgeha Tarsûsê hatiye şandin.
Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan, 1025 nexweş di girtîgehan de ne, rewşa nexweşiya 357 nexweşan ne baş e.
Hûn dikarin bi vê dûvelankê kampanyaya îmzekirinê bibînin.(AS/MB)