Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di cihê Nilufek Elîk Yilmazê, Hevşaredara Qoserê de Qeymeqamê Navçeyê Huseyîn Çamî wekî qeyûm hatiye erkdarkirin.
Elîk-Yilmaza HDPyî di hilbijartinên 31ê Adarê de bi rêjeya %70,45ê wekî Hevşaredara Qoserê hatibû hilbijartin.
Walîtiya Merdînê di derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye û wiha gotiye:
“Di derbarê Nîlufer Elîk Yilmaza Şaredara Qoserê de, li Dadgeha 2. a Giran a Mêrdînê lêpirsîna bi hejmara 2014/111ya bi sûcdarîya ‘endamtîya rêxistina terorê ya çekdar’ doz lê hatîye vekirin,herwiha li Serdozgerîya Komarê ya Mêrdînê jî lêpirsîna wê ya bi hejmara 2019/1642 û 2019/8289 ya bi sûcdarîya ‘endamtîya rêxistina terorê ya çekdar’ doza wê didome.
“Ji ber dozên lê hatine vekirin wekî tedbîrekê Yilmaza Şaredara Qoserê li gorî Qanûna Şaredarîyan ya bi hejmara 5393 ya xala 127ê ya Makeqanûnê ji kar hatiye dûrxistin.”
Elîk-Yilmaz: “Ez bi dengên gel li vê derê me”
Piştî biryarê Elîk Yilmaz hatiye ber derê şaredarîyê lê polîsan nehiştiye têkeve hundir. Elîk Yilmazê ji polîsan re gotiye “Ez bi dengê vî gelî hatime hilbijartin. Ne bi zordarîyê hatime.” Polîsan jî wekî “Heke te tiştekî dijqanînî nekiribe paşê dikarî li mafê xwe bipirsî.” bersiv dane.
Şaredarên qeyûm hatine erkdarkirin
* Wezîrê Karên Navxweyî di 19ê tebaxê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Adnan Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ûŞaredara Bajarê Mezin ê Wanê Bedîa Ozgokçe Ertanê ji kar dûr xistiye.
Walîyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, Walîyê Mêrdînê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Merdînê, Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez jî ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê wekî cîgirê şaredar hatine erkdarkirin.
* Di 17ê Îlonê de di çarçoveya lêpirsîna teqîna li Qulpa navçeya Amedê qewimîbû û heft kesan jiyana xwe ji dest da de, hevşaredarên Qulpê Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay tevlî pênc kesên din jî hatin girtin.
Di cihê Hevşaredarê Qulpê Mehmet Fatîh Taşî de Qeymeqamê Qylpê Mûstafa Gozlet wekî qeyûm hatiye erkdarkirin.Walîtîyê daxuyandiye ku derbarê Taşî de 5 lêpirsînên cuda û peyketinek hatine vekirin.
* Piştî ku li Hevşaredarê Qereyazîya Erzîromê di encama doza bi hinceta “endamtîya rêxistina terorê” de di 18ê Îlonê de 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hat birîn di cihê wî de qeymeqamê navçeyê Mesût Tabakçioglû wekî qeyûm hat erkdarkirin.
* Herwiha di 18ê Îlonê de ji bo Şaredarîya Colemêrgê, ji bo Şaredarîya Navçeya Geverê û Şaredarîya Nisêbînê ya navçeya Mêrdînê ye qeyûm hatine erkdarkirin. Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman, Hevşaredara Geverê Remzîye Yaşar û Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz hatine giritin.
Di cihê Cîhan Karamanî de Walîyê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik, di cihê Semîre Nergîzê de Qeymeqamê Nisêbînê Mehmet Balikçilar, di cihê Remzîye Yaşarê de jî Qeymeqamê Geverê Osman Dogramacî wekî qeyûm hatine erkdarkirin.
* Di 22yê Îlonê de jî piştî lêpirsîn derbarê wê de hatiye vekirin di cihê Hevşaredara Erdîşa Wanê Yildiz Çetînê de, li Amedê jî di cihê hevşaredarên Kayapinar, Bismil û Kocakoyê de qeyûm hatine erkdarkirin.
* Di 2yê mijdarê de, di cihê Hevşaradara Seraya Wanê Cazîye Dûmana ku desteserkirîbû de, ji aliyê Wezareta Navxweyî ve Qeymeqamê Mehmet Halîs Aydin wekî qeyûm hatiye erkdarkirin. (TP/GN/FD)
Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye