Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Berdevkê hevpeymaniya li dijî DAIŞê û fermandarê leşkerî yê Amerîkayê Ryan Dillionî li ser Twitterê bi telekonferansekê bersiva pirsên rojnamegeran da.
Li gor nûçeya Deutsche Welleyê Dillionî gotiye:
“Li Sûriyeyê tiştê herî giring têkbirina DAIŞê ye. Ji bilî operasyonên li dijî DAIŞê, ji Tirkiyeyê operasyon nayê xwestin.
“Ev operasyon balê ji ser armancê dibe.”
Dillionî diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk hê jî li deşta Feradê li dijî DAIŞê şerî dike.
“HSD soz dane ku ew ê çekan bi tenê li dijî DAIŞê bi kar bînin. Em bi wan serbilind in ku wan bi sedan şervanên biyanî girtine.
“Ew çekên me dayîn wan li dijî DAIŞê bi kar dihînin.
“Di HSD de 57 hezar şervanên ji nijadên ereb, kurd û tirkmen hene. Piraniya şervanan Ereb in. Fermandariyê îspat kiriye ku ew dikare bi kurdan re bixebite.”
Çi bûbû?
Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Artêşa Azad a Sûriyeyê(ASA) ji bo operasyonê hevpeymana TSKyê ye.
Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye.
Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan siîl in û 3 şervan in."
6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
Navenda Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR), di 21ê Kanûna Paşiyê de da zanîn ku di operasyonan de 11 sivîl mirine.
bianetê roj bi roj bûyer şopand. Nûçeyên giring ên li ser operasyonê me li vê derê berhev kirin.
(PT/MB)
Çavkanî: Deutsche Welle Türkçe, Twitter